
Di heyamê 24 demjimêrên derbasbûyî de, tenê di parêzgeha Sinê, bi hegera bûyerên tirafîkê, 15 keas bûne qurbanî.
Roja Înê 28ê Tebaxê gorî wan zaniyariyên ku geheştine me, bi hegera 5 bûyerên tirafîkê, anku Tesadifê, li çendîn cihên parêzgeha Sinê di rojhilatê Kurdistanê, aliyê kêm 14 kes kuştî û birînda jê ketin.
Ew bûyerên tirafîkê li ser Riya Sine – Dîwandere, Sine – Merîwan, Sine – Kamiyaran, Sine – Dêgulanê qevimîne.
Piraniya wan bûyerên tirafîkê di Kurdistanê de vedigere bo xirabiya Riyan û bertengiya Riyan, kendal kor bûna riyan, nebûna tabloyan, nebûna xetkêşiya riyan.
Her ew rewşa xirabe Riyan di Rojhilatê Kurdistanê de, bûye sedem ku rojane çendîn kes ji welatiyê Kurd bibne qurbanî, her lewma navê rêkên kurdistanê danîne Riya Mirinê.
Rejîm çêkirin û nûjen kirina Rêke û Caddên Kurdistanê piştguh xistine, gelek cihan xelkê Kurdistanê hebxwe bi destê betal û bê îmkanat, tenê bi merikekê kendal koran tejî dikin ku gelek nakêşe dîsan weke xwe lê tên.