Kurdistanmedia: Rêkxistinên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê di binkeya navendî a Komeleya Şoreşger de, civînek pêk anîn û di vê civînê de şanoya hilbijartina meclîsê baykot kirin.
Roja Pêncşemî 26`ê Bfranbara 1398`an, Rikxistinên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê, di binkeya navendî a Komeleya Şoreşger de, civînek pêk anînî.
Civîn bi bîstek bêdengî bo rêzgirtin li tev şehîdên Kurdistanê dest pêkir.
Piştre hemû rêkxistinan helwest û têbîniyên xwe piştî gengeşekirina rewşa ciwanan di Îran û Kurdistanê, alogorên deverê, pirs û mijarên girîng ên roj û cîhanê, li hember lidarxistina hilbijartina meclisê ragihandin, û piştre Rêkxistinan bi weşana daxuyaniyeke hevpar û hevaheng, hilbijartina şanoya meclîs a Şêvra Îslamî baykot kirin.
Beşeke vê civînê bo gengeşekirina pirensîbên lîjneya hevahengî ya Rêkxistinên Ciwanan û pejirandina xalan hatibû terxan kirin û biryar hate dan ku lîjne bi bihêzî û çendîn karê hevpar û çalakiyên berdewam kar bike û amadekarî bo duhemîn konferansa Ciwanê Rojhilatê Kurdistanê bike.