Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Renge binkeyekî hevpar a leşkerî li kendavê bê avakirin

10:50 - 30 Kanûna pêşîn 2020

Piştî aloziyên wê dawiyê li kendavê, renge binkeyekî hevpar a leşkerî ji aliyê Rûsiye, Çîn û Îranê ve bê avakirin û rejîma Îranê jî ew yeka red nekiriye.

Roja Sêşemî 29ê Kanûna Pêşîn, Berdevkê rejîma Îranê, “Elî Rebî`î” avakirina binkeyekî leşkerî ya hevpar a welatên Rûsiyê, Çîn û Îranê li kendavê bi serastî ret nekir û ragihand: “Pêwendiyên me digel Rûsiye û Çînê di asteke herî bilind de berdewam e û bona berfirehtirkirina wan pêwendiyan li tev aliyên siyasî û aboriyê ve, ti astengek tinîne”.

Herwisa çend roj berî niha, rojnameya Îsraîlî ya bi navê “Haaretz” nivîsandibû ku Îmarat û Îsraîl di dorgeya “Soqotrî” li başûrê Yemenê, binkeyekî hevpar ava kirine.

Herwisa navbirî got: “Îran û Rûsiye di aliyên cuda yên wekî berevaniyê de, hevkariyeke baş hene û ew hevkarî li asta deverî de jî berdewam e”.

Hevdem Wezîrê Derve yê Rûsiyê, “Sergey Lavrov” gotiye: “Bona hevkariya leşkerî ya di navbera Îran û Rûsiyê de ti astengekî yasayî tinîne”.

Tirsa rejîma Îranê ji hêzên Amerîka û hevpeymanan û di wê dawiyê de amadebûna jêrderyayiya navikî ya Amerîka li kendavê û hatina jêrderyayîya navikî ya Îsraîlê bo aliyê kendavê, hestiyarî û tirseke zêde xistiye dilê berpirsên rejîmê.

Avakirina binkeya hevpar a leşkerî li kendavê bi wateya rawestan di hember Amerîka û hêzên hevpeyman e û Rûsiyê û Çîn ti carî naxwazîn rastî şerek bibin ku Amerîka bi rê ve bibe û tim xwe parastine.