Di heftiya derbasbûyî de li meclîsa rejîma Îranê bas ji reşnivîsekê hatiye kirin ku pêka wê reşnivîsê sûbsîd tê hilveşandin û hekî ew reşnivîsa bê erêkirin nixa benzînê çendîn qatan bilintir dibe.
Di rengehiya hilveşandian sûbsîdê bê nirxa lîtreke benzînê heta nêzî 11 hezar Tumenî bilind dibe û ew nirxa pêka nirxa benzîn di welatên derdora kendavê de ye ku 38 heta 40 Sentên Amrîkayê ye û bi wê pêkê nirxa benzînê pêka nirxa dolar dinavbera 10 heta 11 hezar Tumenî tê berevirdkirin.
Beşa her maşînekê di Îranê de li her mehê 60 lîtir e û bi vê pêkê her maşînek 560 hezar Tumen mifah ji sûbsîd verdigrin.
Meclîsa rejîma Îranê îdia kiriye ku di hember bilindbûna nirxa benzînê yarane jî zêdetir dibe lê rejîma Îranê rohn nekiriye ku ew yarane dê bi çi kesan bidin.
Heyamekî berî niha serokê berê yê Saziya Bername û Budceya rejîma Îranê “Mihemedbaqir Nobext” gotibû: “Dewlet her salê 140 hezar milyard Tumen sûbsîdê dide” pêka wê gotinê, beşa her kesekî di Îranê de ji wê sûbsîdê her rojê 45 hezar Tumen e lê xelk her mehê 45 hezar tumenan verdige ne li her rojê.