Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Renî canê çiyagerekî girt

12:36 - 2 Adar 2019

Kurdistanmedia: Bi sedema hatina renî, çiyagerekî canê xwe ji dest da.

Li gorî raporên belavbûyî, roja Înê 10`ê Reşemeh (1`ê Adar) ê, 3 çiyagerên xelkên bajarê Urmiyî, di navbera çiyayên Sîr Kilîse û Şemlekanê, rastî renî hatin, û di encamê de jî çiyagerê bi navê “Hemîd Efîfî” di bin berfê de dimîne û difetse.

Herwisa ew girûpa çiyageran li 3`ê kesan pêk hatibû, ku navên wan wiha ne, “Riza Hebîbizade, Ferîba Hesenizade û Hemîd Efîfî”, û dema ku çiyager nêzîkî bilindahiyên çiyayên Sîr Kilîse û Şemlekanê dibin, rastî hatina renî dibin, û dikevine bin berfê de.

 Ev yekem car nine ku bûyerên wiha diqewmin, Di salên borî de jî, gellek çalakvanên jîngehparêzî û çiyageran, bi sedemên coda canê xwe ji dest didin, û rejîma Îranê jî, tu hewlekê bo dabîn kirina hewcehiyên wan nade, û herwisa berpirsên rejîmê îdi`a dikin ku di warê dabînkirina îmkanatên pîzişkî û navendên Hawarhatin derheq çalakiyên wiha de, bê qisûrin.