Reniya befrê li devera “Soma û Biradost” a girêdayê bajarê Urmiyê, canê 5 kolberên Kurd jê stand ku termê wan hêj di bin reniyê de maye û nehatine derxistin.
Roja Duşemî 18ê Kanûna Paşîn, 5 kolberên Kurd yên bi navên “Metîn Eslanî kurê Osman, Yawer Eslanî kurê Luqman, Bulen Ehmedî kurê Sadiq, Ûlayî Xudayî kurê Hetem û Firat Xudayî kurê Xûrşîd” xelkê gundê “Koran”ê li ser sînorê Urmiyê rastî reniya befrê hatin û canê xwe ji dest dane û pêka dawî zaniyariyan, termê wan kolberên Kurd di bin reniyê de mane.
Pêka gotina xelkê gundê “Koran”ê lêgeriyan li pey termê wan 5 ciwanên Kurd berdewam e û di şeva derbasbûyê de bona gihîştin bi cihê reniyê di navbera Rojhilat û Bakurê Kurtdistanê de hewleke micid hatiye dan.
Xelkê devera “Soma û Biradost” ku piranî hejar in, bi neçarî li nav meydanên mîn, têlên rêsayî, teqeya rasterast û dîwarên bêtonî de karên kolberiyê dikin.
Kolberên wê deverê bi piranî rastî teqeya resterast û teqîna mînan hatine û çendîn caran jî, rastî reniyan hatine ku bi wan sedeman bi 10an ciwanên wê deverê bona pariyek nanê helal, canê xwe ji dest dane û nexwestine nanê serşoriya rejîma Îranê bi zarokên xwe re bînin.