Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêpîwana 22 yê Rêbendanê Pêgeha lewaze rejîmê da xûyakirin

11:56 - 12 Şibat 2020

Rejîma Îslamîa Îranê ku berdewam û hemî salê bo 22 yê rêbendanê xelkê dikêşe ser Kolanan û bi curekê pirûpagendê pêwe dike, Îsal lewazî û nemana pêgeha rejîmê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gelek bi başî xuya kir.

Zêdebarî pirûpagendeyeke zêdetir ji Salên derbas bûyî bo rakêşana xelkê bo rêpîwana 22 yê Rêbendanê, li praniya bajarên Îranê ev Rêpîvan bi rêwe neçû û kes amade nebû beşdar be.

Li hinek Bajaran de jî rejîmê Qutabî û hêzên xwe komkiribûn, yan gef ji karmendan kiribûn hekî beşdar nebin dê li ser kar bêne derêxistin, bi wî halî jî ew kesên beşdar bûnî jî bo diruşm dana bi dilê rejîmê neçobûn, belkî gelek cihan xelkê dijun didane rejîmê û berpirsên wê.

Gelek Bajaran de ku xelk kêm bû, rejîmê li Deng û Rengê xweda arşîva salên derbas bûyî belaw dikir.

Li piraniya Bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî Rêpîvan birêwe neço, yan hejmara beşdaran ku kirêgirtiyên rejîmê bûn, nedigeheşte 100 kesî.

Xelkê Îran û Kurdistanê bi wî avayî rejîm rezîl û riswa kirin û dane kivşê ku xelk ji wê rejîmê têr û vêzar bûye.