Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Resûl Selîmî

14:13 - 28 Gulan 2014

H: Rehîm Gergulî

Resûl Selîmî naskirî bi Resûl Donexor kurê Mihemed, sala 1955(1334)’an li gundê Qelatereş a ser bi Bajarê Pîranşarê hatiye dinê.

Resûl Selîmî derheq zarokatiya dibêje:“Serdemê zarokatiyê mixabin ez ji xwendinê bêpar kirim, jiber ku wî çaxî xelkê me pir sade û nezan bû û herweha çaxê axa û reyetê bû û hekî kesek çûba xwendingehê, digotin dersa Şeytan dixwîne, lewra mala me rê nedan ku ez herim xwendingehê û ez niha jî bi destê nexwendewariyê ve dinalim”.

Resûl Selîmî nasîn û tevlîbûna xwe bi PDKÎ weha tîne ziman:“Sala 1979(1357)’an min û çend hewalên xwe li bajarê Pîranşarê xeyatî dikir, me nedizanî ka gelo hizb û hizbatî çiye, lê piştî ku pêşmerge ketin nava bajar de û ji xelkê re axovîn, min û hewalên xwe me biryar da ku em tevlî refên pêşmergên PDKÎ bin. Em hatin û li baregeha PDKÎ li gundê Qelatereş a ser bi bajarê Pîranşarê ku berpirsê wê baregehê Ebdula Cehangîr bû, xwe bo pêşmergatiyê da nasîn.

wate sala 1979(1357)’an bi awayek fermî ez bûm pêşmergê PDKÎ û heya niha jî li ser xebata xwe pêdagir û berdewam im. Hewceyî basê ye ku birayek min bi navê Mistefa Selîmî pêşmergê PDKÎ bû û sala 1982(1361)’an di şer û pevçûnek qehremanane tevî hêzên Komara Îslamî li navbera Lawên û Şînawê de şehîd bû”.

Resûl Selîmî herweha dibêje: “Di heyamê pêşmergatiya xwe de ez du caran birîndar ketime, cara yekemîn li nava bajarê Pîranşarê de bi tundî birîndar ketim û cara duyemîn jî di navbera gundên Xurînc û Peswê de birîndar ketim”.

Resûl Donexor roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “Roja herî xweş a jiyana min ev e ku rêjîmê hêzek zaf bi çekên sivik û giran anîbû bi vê meremê ku here nava bajarê Serdeştê û bajarê bixe bin kontrola xwe, Hêza me wate hêza Qendîlê bajar û gund bi cih hêlan û di navbera bajarên Serdeşt û Pîranşarê berengarî hêzên Komara Îslamî bû, di vê şer û pevçûna qehremanane de hêza Komara Îslamî bi tundî şikest û jinav çû û heya yek pêşmerge jî birîndar nebû, ew serkevtina pir mezin rojek pir xweş di dîroka PDKÎ de tomar kir û herweha roja herî xweş a jiyana pêşmergatiya min e”.

Resûl herweha roja herî nexwş a jiyana xwe jî weha tîne ziman: “Roja cejna Qurbanê ez pêşmergê girtîgeha PDKÎ bûm. Baregehên girtîgeha partiyê li Cawkanê bûn, roja cejnê bû û em pir keyfxweş bûn, RDKÎ nûçeya şehîdketina Dr. Qasimlo belav kir, cejn û şahiya me bûye girîn û şîn, eva roja herî nexweş a jiyana min e û birastî jî heya roja dimirim, wê rojê ji bîr nakim”.

Resûl Selîmî derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Sala 1983(1362)’an ez birîndar bûm û li nexweşxaneya PDKÎ li gundê Oxen a ser bi bajarê Pîranşarê bûm, wî çaxî û di dema birîndariyê de tevî Amîn Azermêhr ku xelkê wî gundî bû me hevdu nas Ki û biryara pêkanîna jiyana hevpar da.

Wî çaxî me dema dawet û dîlanê nebû, lewra min tenê karî ku ez Amînê mare bikim û tevî xwe bibim. Min Amîn bir û eva despêka jiyana me ya hevpar bû û heya niha jî em bi xweşî ve jiyana xwe didomînin û berhema jiyana me ji 4 keç û du kur in”.

Resûl Selîmî di peyamekê de dibêje: “Daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikim ku her kes di cuhê xwe de hewl û tekoşînê bona jinavbirina Komara Îslamî bimeşîne û herweha daxwazê ji wan kesan dikim ku çeka îxanetê kirine milê xwe û netewa xwe difiroşin ku, bes e û destan ji vê karê qirêj bikişînin, jiber ku hûn jî kurên wê netewê ne û di rastî de birayên me ne”.

Resûl Selîmî bi hêviyekê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Hêviya min ev e ku PDKÎ ser bikeve, da ku berî mirina xwe ez Kurdistanê bi azadî û rizgarî bi çavên xwe bibînim”.