Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûbanê gundên parêzgeha Îlamê bûne sedema koçkirina rûniştiyên wan

12:18 - 29 Kanûna pêşîn 2021

Pêka nûçeyên navxweyî yên belavbûyî, bi sedema girîngîpênedana rejîma Îranê bi rêûbanê gundên parêzgeha Îlamê, beşek zêde ji rûniştiyên gundan bo bajaran koç dikin.

Rewşa xirab a rêûbanê gundên wê parêzgehê bandorek zêde li ser jinavçûna geşeya aborî ya werzêran danaye û rûniştiyên gundan bi hêviya vê ku destê wan bi dahatek û jiyanek aram bigihe rû li parêzgehên din dikin.

Her salê ku baran dibare rêyên beşek zêde ji gundên wê parêzgehê têne girtin û bi vê sedemê xisarek zêde li pey xwe tîne.

Parêzgeha Îlamê yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye ku di asta Îranê de ji xizmetguzariyan bêpar e û di heyama salên derbasbûyî de bi sedema çaresernekirina kêşe û pirsgirêkên rûniştiyên gundan, beşek zêde ji hevwelatiyan rû li bajaran kirine.