Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûbanên piraniya gundên Rojhilatê Kurdistanê hêj nehatine vekirin

10:34 - 25 Kanûna Paşîn 2022

Bi sedema hatina befrê, piraniya rêûbanên gundên Rojhilatê Kurdistanê hatine qutkirin û hêj gelek ji wan gundan rêya wan nehatiye vekirin û beşek jî bi alavên xwe yên wek tirextorê vedikin.

Li parêzgeha Urmiyê rêya 561 gundan bi sedema hatina befrê hatibû qutkirin, lê piştî derbasbûna çendîn rojan bi ser hatina befrê re hêj rêya 120 gundan nehatiye vekirin, yan jî beşek ji wan gundan bi hewla xelkê û alavên xwe ên şexsî vedikin.

Li parêzgeha Sineyê jî rêya 40 gundan hêj qut e û nehatiye vekirin. Zêdetirîn gundên ku rêûbanên wan hêj nehatine vekirin yên bajarên wek Seqiz, Bane, Dîvandere, Sine û Merîwanê ne.

Rejîm alavên paqijkirina rêûbanan bo wan deverane dabîn nake û xelk neçar in bi alavên xwe yên şexsî yên wek lodêr û tirextorê wan rêyan paqij bikin.

Li parêzgeha Kirmaşanê jî “Fîroz Kerîmî” Serokê Navendên Rêûban û Vegustin îdia dike ku tenê du rêyên hatinî qutkirin mane ku em vebikin û dibêje “tenê rêya du gundên bajarê Selasa Bawecanî nehatine vekirin.”

Eva di halekê de ye ku kurtevîdiyoyên pêwendîdar bi qutbûna rêyan di nav torên civakî de têne belavkirin ku tê xuya heya niha rêya gelek ji gundên parêzgeha Kirmaşanê nehatine vekirin.