Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Reutrers”: “Îran û Vênêzoêla nefta xwe digel hev vediguherin”

10:42 - 26 Îlon 2021

Nûçegihaniya “Reuters”ê ragihandiye, ku kompaniyên nefta Îranê û Vênêzoêlayê girêbesta veguherîna neftê wajo kirine.

Pêka wê girêbestê, rejîma Îranê nefta xwe ku nefteke sivik e digel nefta giran a Vênêzoêlayê vediguhere, Vênêzoêla bi tevlihevkirina nefta sivik a Îranê digel nefta xwe ya giran ku wekî qîrê ye, wê berhemê bo firotinê amade dike û Îran jî wê nefta Vênêoêlayê di bazaran de difroşe.

Palavtingehên Îranê şiyana palavtina nefta giran tinînin, lewma wê nefta giran rasterast bo bazarên neftê vediguhaze.

Pêka rapora Reutersê yekem veguherîna nefta Îranê li destpêka vê heftiyê hatiye kirin û rejîma Îranê milyonek û 900 hezar bermîl nefta tevlihenkirî ji Vênêzoêlayê vergirtiye û li gemiya neftkêş a bi navê “Fêlêsîtî” ku ya kompaniya nefta Îranê ye enbar kiriye.

Herwisa kompaniya “Tanker Trackers” erê kiriye ku gemiya neftkêşa Îranê li meha Septemberê li qiraxava “Jozê” a Vênêlzoêlayê rawstiyabû ku 2 milyon bermîl berhemên gaza şil a Îranê li roja pêncşemî 23ê Septemberê bi Vênêzoêlayê daye.

Dorpêçên Aborî ên Amerîkayê nefta Îranê jî li xwe digre û her welatek ticareta neftê digel rejîma Îranê bike dê rastî dorpêçên Amerîkayê bibe.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ragihandiye ku dorpêçên li ser Venêzoêlayê berdewam dibin.