Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresima 10`ê Xakelêweyê li Cejnîkanê hate lidarxistin

19:09 - 31 Adar 2019

Kurdistanmedia: Li kempa Cejnîkan a PDKÎ rêûresimek bi boneya bilindragirtina salroja şehîdên Kurdistanê hate lidarxistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê,  rêkefta 11`ê Xakelêweya 1398`an, rêûresimek bi boneya bilind ragritina roja 10`ê Xakelêweyê, salroja bidar vekirina “Pêşewa Qazî Mihemmede” ku, wekî roja “Şehîsên Kurdistanê”, hatiye binavkirin, bi amadebûna hejmarek li endamên Navenda Siyasî, Desteya Kargêrî yên PDKÎ, kadr, pêşmerge û malbatên serbilnid yên şehîdan birêve çû.

Rêûresim bi xwendina sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji riha pak a şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Piştire peyama Desteya Kargêrî a PDKÎ bi boneya roja 10`ê Xakelêweyê, ji aliyê endamên Desteya Kargêrî “Kerîm Perwîzî” hate pêşkêşkirin.

Herwisa di beşeke din a vê rêûresimê de, helbesta bi navê “Beyanî Hez” ji aliyê helbestvan “Bêbeş Pîrotî” bi boneya bîranîna şehîdan hate pêşkêşkirin, û piştire sirûda bi navê “Daiye megirî” ji aliyê pêşmergeyê dengxweş yê hizbê “Osman Rehmanî”, hate pêşkêşkirin.

Di beşeke din a vê rêûresimê de, sirûda bi navê “werin biçin ser gorî şehîdan”, ji aliyê sê pêşmergeyên xebatkar yên hizbê, yên bi navên “Siyamend Şabûyî, Luqman Seyîdepûr û Nadir Azer Berzîn” hate pêşkêşkirin.

Herwisa di vê beşa rêûresimê de,  peyama hevpar a rêkxistinên wekî Yekîtiya Ciwanên PDKÎ û Yekîtiya Jinên PDKÎ, ji aliyê “Diyana Recebî” berpirsê komîteya “Aştî” a ciwanan li kempa Cejnîkanê hate xwendin, û rêûresim bi xwendina helbestek bi navê “Şehîd” ku ji aliyê “Ebdulrehman Yûsifî” endamê PDKÎ ve hatibû xwendin bidawî bû.