
Rêûresma 10ê Xakelêweyê roja Şehîdên Kurdistanê û hevdem vebîranîna yada 75emîn salvegera şehîdkirina “Pêşewa Qazî Mihemed” û hevalên wî li binkeya serekiya PDKÎ hate lidarxistin.
Sibêdeha roja Sêşemî 9ê Xakelêweya 1401an Rojî, rêûresmek taybet bo roja Şehîdên Kurdistanê, 10ê Xakelêweyê li goristana şehîdên Hizbê û bi beşdariya Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hicrî” beşek ji endamên rêberî, kadr, pêşmerge, malbatên şehîdan û mêvanan bi rê ve çû.
Rêûresm di beşa yekê de bi rêjeya leşkerî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê ber bi tirba şehîdan ve destpê kir û li ser tirba şehîdan du sirûd ên bi navên “Ey Şehîdan û Merêjin Bom Firmêskî Xem” ji aliyê Hêza Pêşmerge ve hate sitrandin û piştire Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hicrî” û herwisa hevjîna şehîd Luqman Mêhfer, Xedîce Lahîcanî, ku keça şehîd “Mela Ebdulrehman Lahîcanî” û xwîşka şehîd “Murad Lahîcanî” ye, deste gula rêz û emegnasiyê li ser tirba şehîdan danîn.
Di beşa duyem de û piştî xwendina sirûda netewiya “Ey Reqîb” û ragirtina xûlekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê, peyama taybet a rêberatiya PDKÎ bo 75emîn salvegera îdamkirin û şehîdkirina “Pêşewa” û hevalên wî, ji aliyê Endama Navenda Siyasî ya PDKÎ, “Fatime Osmanî” ve hate pêşkêşkirin.
Di beşek din de, sirûdek li jêr navê “Şehîd” ji aliyê kora mûzîka Hêza Pêşmergê Kurdistanê û zarokên Navenda Nêrgiz ve hate pêşkêşkirin.
Piştire peyama Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê ji aliyê “Şemal Terxîbî” ve hate pêşkêşkirin.
Di beşek din a vê rêûresmê de, helbestek li jêr navê “Şehîd” ji aliyê “Ebdulrehman Yûsifî” ve hate pêşkêşkirin.
Piştire peyama hevpar a Yekîtiya Jinan, Lawan û Xwendekarên Dêmokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê Endama Heyete Birêveberiya Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê “Jiyan Mihemedî” ve hate pêşkêşkirin.
Di dawiyê de, sirûdek din a li jêr navê “To Behêzî” ji aliyê Xulam Fatihî û bi hevkariya kora mûzîk a Hêza Pêşmergê Kurdistanê ve hate pêşkêşkirin.