Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 25’mîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo li bajarê Silêmaniyê bi rêve çû

13:12 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Bi hinceta 22’ê Pûşperê, 25’mîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî li Viyenê bi destê dîplomat terorîstên rejîma Îslamî a Îranê, li bajarê Silêmaniyê rêûresmek hat lidarxistin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, rêûresma 25’mîn salvegera şehîdbûba Dr. Qasimlo, roja Şemiy 5’ê tîrmeha 2014’an, rêûresmek bi amadebûna endamên rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, endam û hejmarek ji mêvanên rêzdar ji hola rewşenbîrî a bajarê Silêmaniyê bi rêve çû.

Rêûresim bi marşa neteweyî a Ey reqîb û ragirtina deqeyek bêdengî bo canê paqije şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê dest pê kir.

Piştre Mihemed Sahibî endamê Komîteya Navendî û berpirsê pêwendiyên PDKÎ di bajarê Silêmaniyê de bi xêrhatina tev beşdarbûyan kir.

Piştre Mihemed Nezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî a PDKÎ bi vê hincetê gotarek pêşkeş kir.

Fîlmek dêkomêntarî di warê kesatiya şehîdê nemir Dr. Qasimlo hat pêşkeş kirin û herwisan sirûdek şorşgêrî ji aliyê koma mûzîk a PDKÎ we hat pêşkeş kirin.

Di birgeyek din a wê rê û resmê de, peyama part û aliyên siyasî hat xwandin û paşan helbestvan Nahîd Husênî, bi vê hincetê helbestek pêşkeş kir.

Ew part û aliyên ku peyamên xwe ji rêûresmê re şandibûn pêk hatine ji:

- Encûmena serkirdayetî a Partiya Demokrat a Kurdistanê
- Yeketiya Niştîmanî a Kurdistanê
- Komeleya Zehmetkêş a Kurdistana Îranê
- Komeleya saziya Kurdistanî a Partiya Komonîst a Îranê
- Yeketiya Demokratî a Kurdistan- Îran
- Sazimana Xebata Kurdistana Îranê, Nûneratiya Silêmaniyê
- Liqa 4 a Partiya Demokrat a Kurdistanê
- Liqa 21 a Partiya Demokrat a Kurdistanê
- Partiya Pêşkevtinxwaz a Kurd li Sûriyê
- Komîteyên teşkîlata eşkire a PDKÎ li bajarên Silêmaniyê, Kelar, Koye, Şêrewen, Qeladzê û Raniyê, kempa Barîke
- Komîteya Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê li bajarê Silêmaniyê û kempa Barîkê
- Rêkxirawa Komeleya Lawên Rojhelat