Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 25’mîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo li Parîsê

13:40 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Komîteya karûbarê PDKÎ li derveyî welat, rêûresmek li goristana Pirlaşêz a Parîsê bi hinceta 13’êTîrmehê birêve bir.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Şemiyê, bervara 12’ê Tîrmeha 2014’an, bi hinceta 25’mîn slvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo, Komîteya karûbarê derve a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li goristana Pirlaşêz a welatê Feransê bi rêve bir.

Rêûresma han bi pişikdariya beşek ji endamên rêberiya PDKÎ li derveyî welet û hin nûnerên Partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî û Îranî û çalakvanên sivîl û kesayetiyên serbixwe yên Kurd û rêjeyek zor a endamên PDKÎ li welatên Beljîk, Berîtaniya, Siwîs, Otrîş, Alman û Holand bi rêve çû.

Rêûresm bi xwandina sirûda neteweyî a Ey Reqîb û deqeyek bêdengî bo rêz girtin ji şehîdên riya rizgariya Kurdistanê dest pêkir.

Piştre peyama Nesrîn Qasimlo, bi vê hincetê ji aliyê Xisro Ebdulahî endamê cêgirê Komîteya Nawendî we hat xwandin.

Piştre peyama PDKÎ ji aliyê Şaho Husênî endamê Komîteya Nawendî a PDKÎ û nûnerê partê li derveyî welat hat pêşkeş kirin.

Herwisan di vê rê û resmê de, alî û kesatiyên xwarê axavtin kirin:

- Kendal Nezan, serokê enîstîtûya Kurd li Parîsê
- Mesûd Tek, Sekreterê Giştî yê PSK
- Perwîz Newîdî ji aliyê 3ê saziyên Îranî bi navê Yeketiya Fîdayên Xelkê Îranê, saziya Fîdayên xelkê Îranê – zorîne, şêvra demî a sosyalîstên çep a Îranê.
- Birûskeya YNK ji aliyê şêx Şemal we
- peyama Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ji aliyê Elî Rencberî we
- Babê Ciwan, ji aliyê ENKS
Komek ji parit û alî û kesatiyên siyasî û mesenî yê Kurd û Îranî ku beşdarî wê rû û resmê bûn, pêk hatibûm ji:
- Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Feransê
- PDK, lêjneya wilatên Feransê û Beljîkê
- partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê
- Partiya Demokratî a Kurd li Sûriyê
- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Feranse û Beljîk
- Partiya Yeketiya Kurd li Sûriyê
- Şivra Demî a Sosyalîstên Çep a Îranê
- Saziya Şoreşvan a Kirêkarên Îranê, Rah Karger
Li doma rêûresma 25’mîn salvegera Şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî li Goristana Pirlaşêzê, ji aliyê Ferîdon Erşedî û Ako Elyasî helbestvanên Kurd ve, helbest hatin pêşkeş kirn.