Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 26`ê Sermawezê di welatê Almaniyayê de birêveçû

16:28 - 10 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Komîteya giştî ya PDKÎ di bajarê “Firankfort” ya Almaniyayê de, rêûresmek bi hilkefta 26`ê Sermawezê, roja Pêşmerge û Alaya Kurdistanê, lidar xist.

Ew rêûresme ku di roja Yekşemî 17`ê Sermawezê de bi rê ve çûbû, bi sirûda “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurdistanê destpêkir.

Piştre “Reşîd Rehmanî”, berpirsê Komîteya PDKÎ di welatê Almaniyayê de, peyama Komîteyê pêşkêş kir û tevî rêzgirtin ji pêgeha bilind a Pêşmerge, şehîdên 17`ê Sermawezê ku bi şehîdên PDKÎ li derwazeyê Koyê hatine nasînkirin vebîranî û herwisa 16`ê Sermawezê, roja kêmendamên PDKÎ jî vebîranî.

Navbirî basa serhildanên Kurdistan û Îranê kir û got: “PDKÎ, tevî nîşandana hevxemiya xwe digel malbatên şehîdên wan xwenîşandanan li Kurdistan û Îranê û hêvîdariya başbûna birîndaran û piştevanî ji xwestên rewa yên gelên Îranê û bi taybet jî gelê qehreman ê Kurd, li pêxema bi çok de anîn û ji nav birina rejîmê jî dike û li ser domandina xebat û têkoşan û qahîmtirkirina xebata bajêr û çiya rijde, û daxwaz ji hemû xebatkarên 4 aliyên Kurdistanê dike ku bo rizgariya gelê me di Rojhilatê Kurdistanê de, piştevan û hevxemê me bin”.

Piştre peyama Partiya Demokrat a Kurdistanê û peyama hevbeş a Yekîtiya Jinan û Ciwanan û herwisa çend peyamên dine jî, ji aliyê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Partiya Azad a Kurdistan (Bakûr) û Komeleya Civak a Kurd ve hatine pêşkêşkirin.

Piştre,” Şehriyar Neqişbendî”, berpirsê rêxistina herêma Ewropayê, bas ji pêşmerge û yadek ji Kêmendamên cangorî yên gelê Kurd jî kir.

Di dawiya rêûresmê de, lewhên rêzgirtin pêşkêşê hejmarek têkoşerên kevnar, Kêmendam, dostên Hizba Demokrat û “Heval Bostanî”, kadrê kevnar ê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê kirin.