Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 26ê Sermawezê li çiyayên Kurdistanê bi rê ve çû

18:38 - 13 Kanûna pêşîn 2020

Roja Şemî 12ê Kanûna Pêşîn, bi beşdariya beşek ji Endamên Rêberatiya PDKÎ û beşek ji hêzên “Pêşmergê Kurdistanê”, rêûresmeke bi şan bo roja “Pêşmergê Kurdistanê” di çiyayên Kurdistanê de bi rê ve çû.

Despêka Rêûresmê bi sana leşkerî ya hêzên “Pêşmergê Kurdistanê” û piştre sirûda “Ey Reqîb” ji aliyê hêza “Pêşmergê Kurdistan”ê ve hate xwendin û piştre çend xulek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê û bi sundxwarina niştîmanî ya hêza “Pêşmergê Kurdistanê hate lidarxistin.

Li beşa 2em, hêzên Pêşmerge bi rêjeya taybet a pêşmergayetiyê û sandîtin, keşeke taybetî bi rêûresmê re afirandin û amadebûna wan hêzan da xuya.

Beşa din a rêûresmê ku pêkhatibû ji pêşkêşkirina peyamek ji aliyê Cihgirê Duyemîn yê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mihemednezîf Qadirî” ve bi hilkefta roja pêşmerge.

Navbirî di vê peyamê de, tevî îşarekirineke kurt bi dîroka pir ji ewrazûnişîv a xebata Hêza Pêşmerge û aliyên wê yên dîrokî, pêdegirî li ser rola pêşmerge li qonaxên cuda yên xebata Kurd kir û baseke hûr li ser pêgeha pêşmerge li asta navxwe û navnetewî de kir.

Piştî peyama “Mihemednezîf Qadirî” pêka resma salane ya lewha rêzgirtina 20 sale ya taybet bi wan pêşmergeyan ku heyamê 20 salan li çeperên berxwedan û berevanîkirin ji kerameta netewa xwe beşdar bûn, ji aliyê Berpirsê Dezgeha Fermandehiya “Hêza Pêşmerge” ve hatine xelatkirin.

Di rêûresma îsal de, 6 hevalên pêşmerge yên ku ew lewhe bi wan re hatine pêşkêşkirinê ev in: “Selîm Zencîrî, Walî Dirûdî, Osman Mistefapûr, Serdar Osmanî, Sitar Îbrahîmî û Şehriyar Emînpûr”.

Piştre xelat li ser serketiyên kêbirkêya siyasî û leşkerî ya Hêza Pêşmerge de hatine dabeşkirinê ku li heyamê derbasbûyî û li nêzbûna roja “Pêşmergê Kurdistan”ê di warên siyasî-hizrî û leşkerî de bi rê ve çûbû.

Ew pêşmergên ku di wê qonaxê de hatine xelatkirinê ev in:

“Sebah Bêwer” di warê siyasî û hizrî de

“Pêşewa Rostemî” di war leşkerî de bona ceribandina çeka Kilaşînkof

“Mehnaz Exterşinas” di warê leşkerî de bona ceribandina çeka Qenase.