
Hêza Pêşmergê Kurdistanê bi hilkefta 75`emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê li çiyayên Kurdistanê rêûresmek lidar xistin.
Roja Şemî 23ê Kanûna Paşîn, rêûresmek taybet bi 2ê Rêbendanê bi beşdariya hejmarek li Endamên Birêveberî yên PDKÎ, Fermandeyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê, kadir û pêşmergên Hêza Pêşmergê Kurdistanê li çiyayên bilind ên Kurdistanê bi rê ve çû.
Rêûresim bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û xulek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê hate destpêkir.
Piştre Endamê Hey`eta Îcrayî yê Navenda Siyasî ya PDKÎ, “Luqman Mêhfer”, çend gotin li derheq 2`ê Rêbendanê pêşkêşê amadebûyan kir.
Navbirî di gotinên xwe de got: “Komara Kurdistanê, mîrateke mezin bo gelê Kurd e û yekem Komara Demokratîk li Rojhilata Navîn bû û niha jî her 4 aliyên Kurdistanê şanazî bi wê Komarê dikin.
Piştre kora hunerî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê, çendîn sirûd bi hilkefta wê roja dîrokî strandin û ew rêûresim bi şayî û dîlanê bi dawî hat.