Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma dewrên Fermandehiyê yên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” dawî pê hat

16:26 - 5 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Li ser sînorên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, rêûresma dawî pê hatina dewrên fermandehiyê yên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” hate lidar xisitin.

Roja Pêncşemî rêkefta 12`ê Banemerê, li ser sînorên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, ji aliyê Fermandehiya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” ve, rêûresma dawî pê hatina dewrên fermandehiyê, bi amadebûna beşeke xuya li fermanderên leşkerî yên Hêza Pêşmerge hate lidarxistin.

Dewrên fermadehiyê yên 2 û 4 li meha Sermaweza sala 1397`an destpê kir, û dewrên han ku li çend astan hatibûne lidarxistin, wiha ne: Dewrên fermanderî, birêveberî, dewrên giştî yên leşkerî û dewrên taybet yên pisporiyê.

Di van dewran de komek fermander û pêşmergeyan karîn beşdar bin, û li warê zansitî, hizrî û taktîkan, û herwisa ezmûnên din li ezmûnên xwe zêde kirin.

Rêûresm bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” destpêkir.

Piştire “Kawe Behramî” Fermanderê “Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê” piştî arayêşa leşkerî ya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, gotarek bi vê boneyê pêşkêş kir.

 “Kawe Behramî” di axavtina xwe de, îşare bi rewşa niha ya xebat, rewşa siyasî û aboriya navxwey Îran û rewşa Kurdistanê kir, û di berdewamiya axavtina xwe de, îşare bi biryara bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran ji aliyê Amerîkayê ve kir.

Navbirî got: “Em 40 sale digel Spaheke terorîst û dagîrkar şer dikin û li hemberî vê de sekinîne û li wir şûnda jî berxwedaniya xwe li hemberî van terorîstan berdewam dikin.

Di beşeke din a vê rêûresmê de, rapora bi dawî hatina dewran ji aliyê “Sidêq Dervêşî” cihgirê  Fermander û berprisê heyeta birêveberiya dewrên fermandehiyê pêşkêş kir.

Her di vê rêûresmê de, “Pêşewa Mihemedî”, “Yasîn Qadirî” û “Selam Girdesûrî”, çend stran, helbest û sirûd pêşkêş kirin.

Rêûresm bi rêjeya beşek li pêşmerge û fermanderên amadebûyî li dewrê, dawî pê hat.