Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma Newrozê li Îlamê bi awayek berfireh bi rê ve çû

11:41 - 20 Adar 2022

Tevî rêgirêkirina navendên ewlehî yên rejîma Îranê, rêûresma Newrozê li bajarê Îlamê bi awayek berfireh ji aliyê xelkê ve bi rê ve çû.

Rêûresma Newrozê li bajarê Îlamê bi beşdariya rêjeyek zêde ji xelkê û bi hilkirina agirê Newroza Kurdî û bi govend û stranan û kincên rengawrengên Kurdî, bi şan bi rê ve çû.

Rejîma Îslamiya Îranê beşek zêde ji gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê milîtarîze kiriye û rêgirî ji birêveçûna rêûresma Newrozê ji aliyê xelkê ve dike, lê nekarîne rê ji birêveçûna rêûresma Newrozê bigrin û xelkê bi pêdegirî û berxwedanî rêûresma Newroza Kurdî bi rê ve birine.

Newroz kevintirîn, mezintirîn û girîngtirîn cejna gelê Kurd e, û ev hilkefta bo gelê Kurd gelek girîng e û xelkê Kurdistanê her sal bi awayek berfireh vê hilkeftê lidar dixe.