
Roja Çarşemî, 9`ê Rêbendan, rêûresma dîrokî a “Pîrşaliyar”, bi def lêdana derwêşan û qurbanîkirina ajelên malî li Hewramana Text dest pêkir û bi lidarxistina çendîn qonaxên dîrokî û dabunerîtî, heya roja Înê dê dom hebe.
Ev rêûresme, roja Înê, 11`ê Rêbendan, bi zikra Derwêşan ku digel lêdana def birêve diçe, dawî pê tê.
Daweta “Pîrşaliyar” ku kevnariya wê zêdetir li hezar sal beriya niha dizavire, rêûresmeke kevn û dîrokî ye ku hemû salekê li Hewramanê bi amadebûna mêvanên navxweyî û bîhanî tê lidarxistin.
Di salê de du caran di nîveya bihar û zivistanê ev rêûresme birêve diçe û daweta “Pîrşaliyar” jî 3 rojan pê diçe.
Tirba “Pîrşaliyar” di Hewramana Tex de ye û wekî cihekî ayîna Kurdistanê tête naskirin.