Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma “Roja Cîhanî a Zarokan” hate lidarxistin

14:52 - 1 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Rêûresma “Roja Cîhanî a Zarokan” bi amadebûna zarokên kadr, pêşmerge û malbatên PDKÎ, di binkeya serekî a PDKÎ de hate lidarxistin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê ragehand, roja Pêncşemî 10`ê Cozerdana 1397`an, bi boneya 1`ê Hezîranê “Roja Cîhanî a Zarokan” rêûresmek ji aliyê “Navenda Nêrgiz” a zarokên ser bi Hizba Demokrat ve hate lidarxistin.

Ev rêûresmê bi xwendina sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” ji aliyê beşek ji zarokên” Navenda Nêrgiz” û çend ragirtina deqeyekê bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê pak yê şehîdên Kurdistanê bi taybet zarokên şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştre peyama zarokên “Navenda Nêrgiz”ê bi boneya “Roja Cîhanî a Zarokan” ji aliyê “Rêzan Meqrozî” endama Desteya Birêveberiya “Navenda Nêrgiz” ve hate xwendin.

Piştî pêşkêşkirina peyama “Navenda Nêrgiz”ê,  “Mistefa Hicrî” lêpirsyarê giştî yê PDKÎ bi boneya “Roja Cîhanî a Zarokan” bi taybet zarokên Kurd axivî.

Her di doma birêveçûna vê rêûresmê de çend sirûd ji aliyê zarokan ve hatine pêşkêşkirin, û herwiha  ji bo rêzgirtin ji wan kesên ku di perwerdekirina zarokên Navenda Nêrgiz de çalak in, “Zemen Beharî” û “Zanyar Beharî” ji aliyê Mistefa Hicrî ve hatin xelatkirin.  

Herwisa girûpa sirûdê ya zarokên “Neveda Nêrgizê” jî di vê rêûresmê de hatin xelatkirin.

Hêjayê basê ye ku, ev rêûresma bi nimayişkirina kincên Kurdî û cureyên dawet û dîlanên Kurdî ji aliyê zarokên “Navenda Nêrgiz”ê ve hatibû xemlandin.

Rêûresma 1`ê Hezîranê “Roja Cîhanî a Zarokan”  bi nimayişkirina şanoya  bi navê “Girane” ji aliyê zarokên “Navenda Nêrgiz”ê ve dawî pê hat.