Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma sersaxiyê ya şehîdê nû yê Rasanê, şehîd Saman Şêweselî bi rê ve çû

11:15 - 26 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Rêûresma sersaxiyê ya şehîdê nû yê Rasanê, şehîdê fermande Saman Hesenpûr naskirî bi Saman Şêweselî bi beşdariya endamên Navenda Siyasî û Desteya Kargêrî ya hizbê û herwisa kadr û pêşmerge û malbatên şehîdên Rasanê di binkeya serekî ya PDKÎ de bi rê ve çû.

Destpêka merasimê bi ragirtina bîstekê bêdengî bona rêzgirtin ji riha pak ya şehîdên hizb û gel û bi taybetî şehîd Saman Şêweselî dest pê kir.

Piştre Kak Kawe Behramî fermandê Hêza Pêşmergê Kurdistanê derheq şehîdbûna şehîd Saman çend gotinek pêşkêş kirin. Navbirî di axavtina xwe bas ji çalakiyên hêza pêşmerge di heyama îsal de jî kir, û got:

“PDKÎ bi hestkirina bi berpirsayetiya li hemberî qedera gelê Kurd biryara xebateke nû li jêr navê Rasanê de da, û bi xatircemî ve, ew piroseya bi bê qurbanîdan û cangorîkirinê nabe. Di doma çalakiyên îsal de, Hêza Pêşmerge bi eşkerekirina potansiyela xwe, derheq berbirûbûn û têkoşîna xwe de, nîşan da ku dikare palpiştê xebat û tekoşîna hêza xelkê be”.

Herweha derheq şer û pevçûnên di navbera Hêza Pêşmergê Kurdistanê û hêzên dijî gelî ên rejîma Îranê li şeva 3`ê Pûşpera 1397`an de got:

“Bi liberçavgirtina hêz û ew çekên giran û sivik ku di vî şerî de bi kar hatin, em dikarin bêjin ku Hêza Pêşmergê Kurdistanê, bi îradeyeke hesinîn  û bi moraleke bilind  karî bi riya herî baş berbirûyê dijmin bibe, û di heyama kêmtir ji yek demjimêrî de derbeke giran li hêzên dijmin bide, lê mixabin di vî şerî de pêşmergê leheng û qehreman heval û hevçeperê emegnas ê hizbê, Saman Şêweselî tevlî karwanê sorxelat ê hizb û gel bû”.

Piştre Kak Kawe Behramî di axavtina xwe de îşare bi kurtiyek ji jiyan û serpêhatiya şehîd Saman kir, û civîna îro wekî nîşana emegnasî û peyman nûkirina digel rêbaza şehîdan da zanîn.

Navbirî herwiha bi baskirina ji girîngiya pêkvebûna xelk û Hêza Pêşmerge, pêdagirî kir li ser yekîtiya hêzê, bona gihîştina bi serkevtinê û domandina Rasanê, wate pêkve girêdana xebata çiya û bajar.

Di beşeke din ya merasimê de peyama malbata şehîd Saman Şêweselî ji aliyê mamosta Şêrko Şêx Nûrî ve hate pêşkêşkirin.

Navbirî di axavtinên xwe de tevî sersaxîkirina li malbata Şêweselî û kadr û pêşmergên PDKÎ got:

Wekî malbata Şêweselî, em şanaziyê bi şehîdbûnê dikin. Saman yekem şehîdê  me nine, û dawî şehîdê me jî nabe, û em şanaziyê bi xwe û hizba xwe dikin”.

Hêjayî basê ye ku di vê derheqê de komeke peyamên hevxemî û sersaxiyê hatibûn şandin. Ew merasim bi hevderdiya digel li malbat û kes û karên şehîd Saman, bi dawî hat.