
Rêûresma vebîranîna kuştina Qasim Silêmanî yê terorîst li bajarê “Sen`a”yê bi beşdariya balyozê rejîma Îranê û berpirsên Hûsiyan bi rê ve çû ku kerba xelkê Yemenê li pey xwe anî.
Roja Sêşemî 5ê Kanûna Paşîn, li bajarê “Sen`a”yê bi hikefka salvegera kuştina, Qasim Silêmanî yê terorîst rêûresmek bi rê ve çû ku Balyozê rejîma Îranê li “Yemen”ê, “Hesen Îrlû” û rêberên “Hûsiyan”, têde beşdar bibûn bi rê ve çû, û kerba xelkê “Yemen”ê li pey xwe ve anî û wan dane xuya ku karê Hûsiyan nîşana girêdayiya tewaw bi rejîma Îranê ye.
Berpirsên fermî û xelkê Yemenê li birêveçûna wê rêûresmê nerizayetiyên xwe nîşan dane û di torên civakî de Qasim Silêmanî wekî “destên xwînavî bi xwîna Ereban” binav kirine û daxwaz ji dewleta rewa ya Yemenê kirin ku bi lezgînî dest bi kar bibe û Sen`ayê bi bûn bi “Qum”eke dinê rizgar bike.
Wezîrê “Îtila`at û Çand” ê dewleta fermiya “Yemen”ê, “Muemmer El-Riyanî”, Qasim Silêmanî bi terorîst binav kir û got: “Kiryarên Hûsiyan, Yemen kiriye parêzgeheke Îranê” û herwisa navbirî, “Hesen Îrlû” jî bi fermandeyê Spha Quds binav kir.