Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmek bo bilindragirtina yad û bîra şehîd “Mûsa Babaxanî” li Danmarkê hate lidarxistin

12:50 - 16 Tebax 2021

Roja Şemî 23ê Gelawêjê, heyetek PDKÎ di rêûresma bilindragiritina yad û bîra şahîd “Mûsa Babaxanî” ku li welatê “Danmark”ê hatibû lidarxistin, beşdarî kir.

Heyeta PDKÎ li “Kopênhang”ê bi serperestiya “Dr. Seîd Sultanpûr”di rêûresma bilindragiritina yad û bîra şehîd “Mûsa Babaxanî” beşdarî kirin.

Di wê yadkirinê de “Seîd Sultanpûr” peyama hawxemiya PDKÎ pêşkeşê beşdabûyan kir.

“Mûsa Babaxanî” yek ji têkoşerên xuya di tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de bû ku berê Endamê Cihgirê Komîteya Navendî a PDKÎ bû, û piştre digel aliyên din yên Demokratê dirêje bi têkoşana xwe da û bû bi Endamê Komîteya Navendî a wê aliyê.

Êvara roja Pêncşemî 14ê Gelawêjê têkoşer “Mûsa Babaxanî” ji aliyê terorîstên ser bi rejîma Îslamî ya Îranê ve li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hate şehîdkirin.