Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmek bo bilindragirtina yada Dr. “Şerefkendî” û hevalên vî li Pêrlaşêz a Feransê bi rê ve çû

17:14 - 18 Îlon 2021

Di roja 26ê Xermananê de bo rêzgirtin li yada Şehîdên Mîkonosê, “Dr. Sadiq Şerefkendî, Fetah Ebdulî û Homayûn Erdelan” endam, alîgir û hogirên PDKÎ di goristana “Pêrlaşêz” a bajarê Parîsê de rêûresmek lidar xistin.

Tevî ku bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê û yasayên hikûmeta Feransê, rêjeyya beşdarîkirinê hatibû sînordarkirin, lê di wê rêûresmê de hejmareke berçav ji endam, alîgir û hogirên PDKÎ û herwisa nûnerên alî û partiyên kurdan û Îranê beşdarê vê rêûresmê bibûn.

Rêûresm bi danîna destiyên gulan li ser tirba wan şehîdan dest pêkir û piştî xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqije şehîdan, bi sitrandina sirûda netewiya “Ey Reqîb” rêûresm berdewam bû.

Di destpêka rêûresmê de Berpirsê Navenda Siyasî û Cihgirê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Hesen Şerefî” gotarek pêşkêş kir.

Berpirsê Navenda Siyasî yê PDKÎ di gotara xwe de bi vebîranîna yada wan şehîdên mezin û rêbaza wan û xebat li dijî vê zulma li derheq gelê Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de ku heta niha hatiye kirin, pêdegirî kir ku qutabiyên rêbaza şehîdan domderê rêya gihîştin bi armancên rewa ên xebata netewa Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de ne.

“Hesen Şerefî” di gotinên xwe de îşare bi rola girîng ya Dr. “Sadiq Şerefkendî” li tejhjîkirina cihê vala yê “Dr. Qasimlo” kir û got: “Dr. Seîd bi zanayî û hişariya xwe rewşek afirand ku bê Qasimloyî bi hizbê ve xuya nekir, lê maşîna terora dezgeha tepeserkera rejîma Îslamiya Îranê ew jî ji Hizb û gelê kurd sitand.

“Hesen Şerefî” di beşeke din ji gotinên xwe de îşare bi bombebarana binkeyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê kir ku di wan çend rojên derbasbûyî de ji aliyê karbidestên ewlehî û hêzên dagîrker ên rejîma Îslamiya Îranê de hatine kirin û herwisa got ku ev yekem car û cara dawiyê nîne ku ev bombebarankirinane têne kirin lê ew kiryarên kirêt, nikare rê ji xebata rewaya gelê Kurd bigre.

Herwisa Cihgirê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Hesen Şerefî” di beşeke gotinên xwe de îşare bi pêşveçûna proseya yekgirtina Demokratan kir û daxwaza yekîtiya tev aliyên Kurd kir.

Piştre peyama Kongireya Netewên Îrana Federal û Şêwraya Demokrasîxwazên Îranê û hevbendiya bo azadî û vekhevî di Îranê de ji aliyê xatûn “Îran”ê hate pêşkêşkirin û piştre peyama Tevgera Komarîxawzên Demokrat û Laîk ên Îrana Federal hatine pêşkêşkirin.

Di dawiya rêûresmê de dost û hevalê kevnar ê xebata Kurd û dostê nêzî şehîd “Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî”, Dr. Fredrik Tîso basekî kurt li ser pirsa kurd kir û di derheq çawatiya naskirina pirsa Kurd û rêberên Kurd de got: “Ez bi nasîna Kurd bi rêya “Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî”, ji dayîk bûme”.