Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmek bo salvegera serhildana “Qamîşlo”yê li welatê “Holend”ê hate lidarxistin

09:12 - 15 Adar 2022

Li bajarê “Hêlrîn” li welatê “Holend”ê rêûresmek bo 18emîn salvegera serhildana “Qamîşlo”yê bi beşdariya nûnerên partiyên kurdî hate lidarxistin.

Bi hilkefta roja 12ê Adarê salvegera serhildana “Qamîşlo”yê,  roja Şemî 12ê Adara 2022an li bajarê “Hêrlîn” a welatê “Holend”ê rêûresmek ji aliyê “Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê”ve hate lidarxistin.

Di vê rêûresmê de rêjeyek berçav ji Kurdên rûniştiyên welatê “Holend”ê û herwisa Nûnerên Partiyên Kurdî beşdar bûn.

Ew rêûresim bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê şehîdan bi taybet şehîdên 12ê Adarê, dest pêkir.

Piştre ji aliyê “Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê” gotarek li ser çawahî û sedema serhildana “Qamîşlo”yê pêşkêşî beşdarbûyan kir.

Piştre berpirsê komîteya hizbê li welatê Holendê “Hesen Mecîdî” bi nûneratiya PDKÎ peyamek liderheq serhildana 12 Adarê pêşkeşî beşdarbûyan kir û di peyama xwe de serhildana “Qamîşlo”yê wekî alava şoreşê li Rojavayê Kurdistanê da zanîn û bas ji pîlanên “Ereban” kir ku dixwastin Kurdên Rojava çavtirsî bikin heta ku rêya “Herêma Başûr” negirine pêşiya xwe û di bin destê rejîma “Be`is”ê de bimîn, lê Kurdan ew yek qebûl nekirin û bi serhildan û şoreşê, piraniya deveran li jêr destê rejîma Be`is rizgar kirin û ew serhildan û şoriş şehîd û birîndarek zêde lipey xwe anî, û heta niha jî ew xebat berdewam e.

Di dawiyê de bi silav û rêzgirtin ji şehîdên 12ê Adarê rêûresim bi dawî hat.