Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresmek bo vebîranîna Dr. “Nûredîn Zaza” li welatê “Suîsê” hate lidarxistin

17:22 - 11 Çirriya pêşîn 2021

Şandek PDKÎ li ser banghêjiya fermî a Partiya Sosiyalîst a Kurdistana Sûriyê di rêûresma rêzgirtin ji yad û bîra Dr. “Nûredîn Zaza” li welatê “Suîsê” bêşdarî kir.

Şanda PDKÎ bi serperiştiya “Helmet Hacî Ebasî” Berpirsê Komîteya devera “Lozan”ê di rêûresma 33`emîn salvegera koça dawiya Dr. “Nûredîn Zaza” avakerê Partiya Sosiyalîst a Kurdistana Sûriyê li ser tirba xwedêjêrazî di bajarê “Lozan”ê de beşdarî kir.

Nûnerê PDKÎ “Hacî Ebasî” di gotarekê de tevî bilindnirxandina kar û têkoşana  Dr. “Zaza” û hemû şehîdên Kurdistanê li xebat bo rizgariya netewa Kurd, peyama hevxemiya PDKÎ pêşkeşê Partî û malbata navbirî kir û herwisa di vê derheqê de helbestek jî pêşkeşê riha Dr. “Nûredîn Zaza” û amadebûyên wê rêûresmê kir.

Ew şanda PDKÎ pêk hatibû ji “Sebah Ayînepûr, Soran Mihemedî û Cewad Ferzad” û ji aliyê Partiya Sosiyalîsî a Kurdistana Sûriyê li welatê “Suîsê” bi germî hatine pêşwazîkirin.