Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Reuters: “Êdî ti îmkanek bo zivirîn di Bercama 2015an de nîne”

12:21 - 12 Hezîran 2021

Ajansa nûçegihaniya “Reuters”ê, di raporeke nû de daye zanîn, li ser rêya zindîkirina lihavhatina navkî ya di sala 2015an de gelek astengî hene û dide xuya ku lihevhatineke nû jî hewceyî bi demeke gelek dirêj heye.

Rejîma Îranê tevî vê ku hewil dide dorpêçên Amerîkayê yên serdemê Serkomariya “Donald Trump” bêne hilûşandin, daxwaza rakirina navê Spaha Pasdaran di lîstê reş ên girûpên terorîstî de jî dike. Her lewma ev yeka hêj ser negirtiye.

Di vê derheqê de, Nûnera Komarîxwazan li Kongireya Amerîkayê “Kilûdiya Tênî” ragihandiye: “Îran bi salan e ku li derheq bernameya navkiya xwe de direwan dike, wê dawiyê Ajansê piştrast kiriye ku Îranê bi qasî %60 Uraniyom meyandiye, û bi berhemanîna bomba navkî nêz bûye, Bercamê nekariye rêgirî ji rejîma Îranê bike ku rêya Îranê bona berhemanîna çeka navkî daybixe, lewma me hewcehî bi girtêbeste nû û qahîm heye”.

Di danûstandinên wê dawiyê de, rejîma Îran daxwaza rakirina tev tehrîman dike û Amerîka û welatên din jî vê yekê qebûl nakin.