Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Revîna pisporan ji Îranê gelek zêde ye

11:24 - 28 Îlon 2021

Pêka amarên rejîma Îranê di 3 salên derbasbûyî de revîn ji Îranê, du qat zêde bûye û %30 kesên ku ji Îranê direvin, kesên pispor in.

Rojnameya “Ê`itimad” a girêdayê rejîma Îranê amarek belav kiriye ku pêka wê amarê, revîn ji Îranê di 3 salên sderbasbûyî de 2 qat zêde bûye û %30 ji wan bispor in û %7 jî kesên xwedî zanistên kar in û zêdetir ji %50 kesên ku ji Îranê revîne xwediyên birvanameyên zanîngehan bûne û %60 xelkê Îranê ku di Amerîkayê de dijîn di karên bi wec ên wekî birêveberî, ticaret, zanist û hunerê de mijûlê kar in.

Wê rojnameya Rejîmê sedema wan revînan bi guhnedana berirsan ve girêdaye, lê rastî ev e ku kesên xwedî zanist û pisporî, eger di xizmeta rejîma Îranê û siyasetên wê de nebin rastî gef û azardanan tên û ti ewlehiyek canî, kar û jiyanê tinînin, lewma piraniya wan kesan ku şiyana derkevtin jî Îranê hene, Îranê bi cih dihêlin.