Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêvîngên Demokrat peymana emegnasiyê nûkirin

18:16 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya 30`mîn salroja terorkirina duktor Qasimlo û hevalên wî, peyman emegnasiyê digel şehîdên Kurdistanê nûkirin.

Endam û alîgirên HDKÎ, li bajarê Bokanê di peyamekê de peyman digel rêbaja şehîdên Kurdistanê nûkirin.

Peyam wiha ye:

Em endamên nehênî yên Hizba Demokrat, li salroja şehîdbûna şehîd “Şehab Heyderî û Hejar Rezayî” û li 30 saliya zama Qasimloyê nemir, peymana emegnasiyê digel wan nûdikin û soz didin heya bidetanîna hêviyên wan domkiriyê rêya şehîdan bin û rêvîng û pêşmergên rêya tijî serbestiya wan bin.

Di nav dilê axa Rojhilatê de û ji deverên Çoma Mecîdxan û Aleşîn ve, wekî çawa hertim yekgirtî, me pişt daye bi pişta yek li birêvebirina erkên Hizbî me pêngav avêtine, em dûbare we alxahîn dikin, armancên me hemûya, tole standina xwîna şehîdan û pabendbûn bi rêya wan bin, ey şehîd alxahîn bin, yen xwîna me têkelê xwîna we dibe, yan jî mizgîniya azadiyê bo we tînin.

Şehîd “Şehab û şehîd Hejar”! em hevalên çend salên we, sund dixwin bi xwîna geşeya we ku we êvara 21`ê Pûşperê pêşkêşê axa Kurdistanê kir, we nebûna azadiyê pê av da, emê tola we li caş û xwefiroşan bistînin, her ji wir ve ji wan re radigehînin, mirin mafê wane û cezeya xeyanetên xwe dibe bidin, û tu borînek di gorê de nîne.

Teşkîlata nehînî ya Hizba Demokrat li devera Çoma Mecîdxan û Aleşîn

Êvara 21`ê Pûşpera 1398`an