Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêvîngên Qasimloyê Şehîd, yada rêberên xwe bilind ragirtin

14:13 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Xurtên netirs ên rêbaza şehîd Dr.Qasimlo, bi lidar xistina çalakiyên bangewazî, yada 22`ê Pûşperê bilind ragirtin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xurtên netirs ên Demokrat, bo carek din di gund û bajarên Rojhilata Kurdistanê de, çalakiyên berfireh ên bangewazî, bi boneya bîranîna roja terorkirina rêberê gelê Kurd, lidar xistin.

Şeva Çarşemî 12`ê Pûşperê, xebatkarên Demokrat, li ser rêya gundên, “Nenas û Naznaz”, ên girêdayî devera Dolê a ser bi bajarê urmiyê, bi nivîsîna siloganên wekî: “Rasan tîrêj a bîra azaîxwaziya Şehîd Dr.Qasimlo, bijî Hizba Demokrat û Komara Îslamî avakirina terorîzma dewltî ye”, emegnasiyên xwe bi rêbaza Qasimlo nîşan dan.

Herwisa şeva 13`e li ser 14`ê Pûşperê, Qehrimanên Demokrat, li çendîn cihên cuda ên bajarê Mehabadê û gundên derdorên, bi belavkirina tirakit û posterên taybet bi 22`ê Pûşperê û danîna alaya Kurdistanê liser tirba “Sarim Begî Mukrî”, keseke dîrokî yê Kurd, ew roje yad kirin.

Ew cihên ku çalakiyên bangewazî lidar xistin wiha ne: Bazarçeya Esxerî, Şeqma Azadigan, Parka Mîlet, Şeqama Perestar, Hevşa Nexweşxanê, şeqama tirbên bajar, wirûdiya Teqedar, Sêrêya gundê Kanî Hacî Mamiyan, gundê Amêd, gundên Afano Mîrîsê û Hemzava, gundên Sêlim Saxul û Kewter, gundên Dêbokir û Birayme, Şîlana û beriya qutabxwaneya bajrê Mehabadê".

Her di vê pêwendiyê de, şeva Pêncşemî 13`ê Pûşperê, xakîpoşên materîza bajar li bajarê Şinoyê, li çendîn cihên wî bajarî ên wekî: Derdorên Pomp Benzîn, Rehîm Ava û Selîm Ava û herwisa li hemû kolanên gundê “Sofiyan” a girêdayî bajarê Şinoyê, û bi belavkirina tirakt û posterên taybet bi 22`ê Pûşperê, û herwisa bi nivîsîna siloganên wekî: “Komara Îslamî maka teroeîzmê ye”, “bîra Qasimlo çiraya rêya xebata me ye”, û “bijî Qasimlo” ew roje yad kirin.

Herwisa, tekoşerên Demokrat, roja Înê 14`ê Pûşperê, li bajarê Neqedê, li gundê,”Çeqel Mistefa”, bi boneya salroja şehîdkirina Dr.Qasimlo, bi belavkirina tirakt û posterên taybet, yada wê rojê kirin.

Li devera “Lacan” a girêdayî bajarê Pîranşarê, li gundên “Xurînc, rêya dinavbera Kanî Mela û Kanî Bidax”, çalakiyîn bangewazî bi rê ve birin, û xebatkarên Demokrat emegnasiyên xwe hemberî wê rêbazê nîşan dan.