
Roja Sêşemî, 16`ê Hezîranê, Berdevka Wezareta Tendirustî ya rejîmê ragihand, ku bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê, rewşa 10 parêzgehan gelek xirab e û êdî kontirol nemaye.
Berdevka Wezareta Tendirustî ya rejîma Îranê, Sîma Sadatlarî ragihand: “Dîsan hejmara miriyên rojane bi sedema Koronayê bûye 3 hejmarî û rewşa 10 parêzgehên wekî, Xûzistan, Tewrêz, Urmiye, Xurasana Rezewî, Luristan, Kirmaşan, Gulistan, hormozgan, Sine, Sîstan û Belûçistan gelek xirab e.”
Di demekê de gorî amarên belavkirî yên xudê rejîmê, ku hejmara kesên ku di Îranê de bi sedema koronayê canê xwe ji dest danî ji 9 hezar kesî derbas bûye, Korona di seranserê Îranê de bêdadiyê dike ku rojane sedan kes dimrin û hezaran kes tûş dibin, ji nû ve Wezareta Tendirustî radigehîne ku rewşa 10 parêzgehan Sor e.
Gorî wan zaniyarî û amarên ku rojane li ser torên civakî têne weşandin, mixabin karesat gelek ji vê yekê mezintir e û basê mirna pitir ji 50 hezar kesî di Îranê de tê kirin.