Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa aboriya xelkê Îranê aloze

11:44 - 2 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Nûnerê Xamineyî di parêzgeha Luristanê de ragihand ku, rewşa aborî ya xelkê Îranê aloze û ew rewşe jî ji bo berpirsên rejîmê, ti girîng nîne.

Nûnerê Xamineyî yê parêzgeha Luristanê, “Ehmed Mîrimadî”, roja Înê, 10`ê Xezelwerê, tevî tekezî kirin li ser asta Înfilasion û betaliyê, ku rojbiroj bilin dibe û hejmara sermaye danînê kêm bûye, ragihand: Rewşa aborî ya xelkê Îranê aloze û berpirsên ppwendîdar dibe hewlên zêdetir bidin û planên aborî darêjin.

Navbirî bi rexne girtin ji berpisan ku ti planek bo aboriyê nînin, daxwaz kir ku dibe planan darêjin.

Axavtina wî axûndî di demekê de ye ku, Înfilasiyon û asta serberedayî ya betaliyê di Îranê de, rojbiroj bilindtir dibe û nûnerên Xamineyî û berpiursên rejîmê jî êdî ji yektir bê hêvî bûne û ti planek wan bû pêşveçûna welat nîne, û tenê fikra gendelî û dizxîkirinê de ne.