Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa aborîyaTirkiyê wê ber bi xirabiyê ve here

11:57 - 28 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia:KarnasênaborîrewşaaborîyaTirkiyê di pêşerojê de başnabînin.

Li gora rapora radyoya “Peyamya Îsraîlê”, karnasên aborî radigehînin ku di mehên dawiyê de, rewşa aboriyaTirkiyê nebaş e, û kêmiya mewadên xwarinên tê hestpêkirin, û hetişt jîrojane girandibin.

Ewkarnas dibêjin ku sedem jî ew e ku sermayedar sermaye û pirojeyên xwe ji Tirkiyê vedikişînin.

RagehandinênTirkiyê jî dinivîsin ku rewşa aboriyaTirkiyê wisa ye, ku “Erdoxan” bona pêşîgirtina ji bilindbûna nirxan, hewl dide ku cotkaran neçar bike ku di cî de berhemên xwe bişînin bo bazarê, ne eva ku di enbaran de ragirin.

“Erdoxan” di van salên dawiyê de, rastî kêşeyan digel gellek ji welatênRojavayî bûye, û pêwendiya wê bi Îsra`îlê re jî gellek alozbûye, û vê yekê derbe li aboriya Tirkiyê xistiye.

Herwisa hebûna gendeliya malî jî di nav dezgehên hikûmetî de, û binpêkirina mafê hevwelatiyan, sedemeke din ya hebûna kirîzên aborî ye.

Serjimêriya aborî nîşandide ku giraniya nirxan di Tirkiyê de, di du mehên borî de, gihîştiye %25, û LîrêTirkiyê jî %40 ji buhaya xwe ji dest dabû.