Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa ava vexwarinê li gundê Çarsitûnê li Selmasê gelek xirab e

13:15 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2021

Enbara ava gundê “Çarsitûn” ê ser bi bajarê Selmasê, ku ava vexwarina zêdetir ji 8 gundan dabîn dike di rewşeke gelek xirab de ye.

Çavkaniya ava wê enbarê gemar bûye û herî û gemar di wê enbarê de kom bûye, lewma ew ava pisbûyî bûye metirsiyeke micid li ser tendirustî û jiyana xelkê û ev heriya di wê enbara avê de boriyên veguhastina ava vexwarinê jî tejî herî dike û wisa dike ku av bo xelkê wan çend gundan jî naçe.

Li gorî gotina xelkê gundê Çarsitûnê, çavkaniya enbara avê tejî herî ye û berpirsên rejîmê ew pirsgirêke piştguh avêtine û heta niha ti hewlek bona radana heriya wê enbara avê û vekirina boriyên xitimî yên veguhastina avê nekirine.