Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa ava vexwarinê ya parek ji gundên Pîranşarê nebaşe

16:41 - 29 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Rewşa ava vexwarinê ya parek ji gundên bajarê Pîranşarê nebaşe, û bi wê sedemê xelkê wan gundan nerizayetiyên xwe nîşan dane.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, rewşa ava gubndê “Şînawê” a ser bi bajarê Pîranşarê nebaşe, û xelkê wî gundê dane zanîn ku ava wan a vexwarinê bo ti tiştekî nikarin mifahê jê vergirin.

Xelkê gundê “Şînawê” dane zanîn ku: “Ava vexwarinê ya gundê wan saxlem nîne û paqij nîne û her ev ave jî wisa kiriye ku xelk rastî nexweşiyên gurcikan bên.”

Herwisa dane zanîn ku, serdana îdareya ava gundan kirine û nerizayetiyên xwe ji berpirsên wî îdareyê re nîşan dane, lê berpirsên îdareya ava gundan ti bersiveke wisa nedaye wan.

Xelkê wî gundê dibêjin, me çend caran serdana îdareya ava gundan kiriye, berpirsên pêwendîdar her carê hêcetekê tînin û bersiva xelkê nadin.

Ji aliyekê din ve jî, nêzî şeş mehane, ku ava çavkaniya gundê “Bî Bekran û Heft Ava” a ser bi bexşa Sîlwana ya girêdayê bajarê Urmiyê, heder diçe û ti berpirsek li pey wê mijarê nakeve û eve jî bûye sedema nerizayetiya xelkê wan gundan.