Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa Bajarê Bêhbehanê Sor û pir cihê tirsê hate ragihandin.

13:14 - 14 Gulan 2020

Di demekê de ku rejîm wisa dide kivşê ku Korona berbi tevaw bûnê ve diçe û rejîmê kariye bi ser Korona yê de serkeve, niha berpirsên parek ji Bajar û Parêzgehên Îranê radigehînin ku rewş gelek xirabe û netenê Korona kêm nebûye, belkî rewş bi avayekê ye ku egera qevimîma karesatekî mezine mirovî heye.

Roja Çwarşemiyê 13 ê meha Gulana 2020 an, Şaredarê Bajarê Bêhbehanê ragihand kû mixabin rewşa bajar gelek cihê tirs û nîgeraniyê ye û rewş Sor ragihand, li ber evê ku testên erê bûna Korona yê gelek bilez ber bi zêde bûnê ve diçe.

Elîriza Behadorî Şaredarê bajarê Bêhbehanê di nava koma rojnamevanan de got: mixabin rewşa Bajar Sor ê û ez daxwazê ji xelkê dikim ku di malên xwe de bimînin û neçne derve.

Navbirî got hekî xelk hebxwe di xema xwe de nebe, kes xema wan de nine, lewma hewceye hebxwe di malên xwe de xwe qerentîne bikin, û bêçine dernekevne nava bazarê û qerebalixiyê çênekin.

Herwisa biryar da ku hemî cihên giştî û park bêne dayxistin.

Bi giştî Korona rojane canê Sedan kesan di Îranê de jê distîne û Hezaran kes tûş dibin, gorî  êtirafa berpirsên rejîmê rewş li Tehranê jî gelek xirabe û ev amara ku rojane ji aliyê Wizareta Saxlemiya reşîmê ve tête ragihandin, renge tene amara Bajarê Tehrnê be.