Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa bajarê “Meimûlan”a ser bi parêzgeha “Luristan”ê piştî lehiyê nebaşe

23:21 - 20 Çirriya pêşîn 2021

Piştî derbasbûna 30 mehan ji lêhiya “Meimûlan”ê ser bi parêzgeha “Luristan”ê  ti xizmetkariyeke bînasaziyê bo wan nehatiye kirin.

Ew cihên ku bi sedema lehiyê rastî xisaran micid hatine 259 yekeyên akincîbûnê ne ku %60 a wê rêjeyê hatine amade kirin û bo %40 a berktiyên lehiyê heta niha ji xizmetguzariyeke bînasaziyê nehatiy kirin.

Herwisa beşek din ji xelkê zirarpêketî  bi sedema bilind bûna nirxa kelûpelên bînasaziyê û enfilasyonê nekarine xaniyên xwe nûjen bikin.

Karbidestên rejîmê tevî xemsariyan li  derheq çênekirina xaniyên welatiyên wî bajarî, nûjenkirina wan cihên ku ber lehiyê ketine û rastî xisaran hatine bi giştî ragirtine.

Di demsala Bihara sala1398an de lehiyê xisarek zêde bi xelkê Luristanê da û heta niha jî berpirsên rejîmê ew xisar qerebû nekirine.