
Berpirsên navendên leşkerî û ewlehiyê yên rejîma Îranê, ji tirsa xwenîşandanên nerazîbûnên xelkê Rojhilatê Kurdistanê, di bajajrên Kurdistanê de rewşek awarte afirandiye.
Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia” yê, hêzên dije gel ên rejîma Îranê di çendîn cihên bajarên weke “Şino û Mehabadê de “Garda Taybet” cihgîr kirine û hatinûçûna welatiyan bi hûrî kontrol dikin.
Her di vê derheqê de, li bajarên weke “Sine û Ciwanro” yê de jî, hêzên taybet cihgîr kiriye û rewşek awarte li nav wan herdu bajaran de pêk aniye.
Hêzên serkutker, bilî awartekirina rewşa bajaran, ev heyama çend rojane hêla înterneta piraniya bajarên Îranê û bi taybet Rojhilatê Kurdistanê bi giştî qut kiriye an lezgîniya vê gelek kêm kiriye.
Di wan çend rojên derbasbûyî de, li Îranê hevwelatiyan bi armanca nîşandana nerizayetiyên xwe li derheq bilindbûna nirxên hewcehiyên jiyanê, rijyane li ser şeqaman lê, hêzên serkutker ên rejîmê, bi gulleyan bersiva wan dane.
Ew hewlên rejîmê nîşan didin ku, rejîma Îranê ji serîhildanên nû yên hevwelatiyan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê gelek ditirse.