Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa bê îdaletî a mafê mirov di Îranê de berdewame

12:15 - 11 Adar 2019

Kurdistanmedia: Berpirsê Giştî yê Saziya  Navneteweyî got, bê îdaletiyeke bê sînor a mafê mirov, li Îranê heye.

Li gorî raporên belavbûyî, “Gutrish” berpirsê Giştî yê saziya Navneteweyî di rapora nû a xwe de got, rewşa mafê mirov li Îranê xirabe û bê îdaletiyeke bê sînor di vê derheqê de birêve diçe, û rîportêrê taybet yê mafê mirov li Îranê jî, daxwaza îzindanê bo serdana wî welatî kiribû, lê Navenda Mafê Mirov a dadgeha yasayî a Îranê, ev daxwazkara erê nekiriye, û her bi sedemê jî, Komîsêrê Bilind yê wê saziyî, gefa qutkirina pêwendiyan jê xwariye.

Roja Duşemî 26`ê Çileya Pêşîn Saziya Navneteweyî biryarnameyek derheq nerazîbûna li hemberî binpêkirina mafê a mirov li Îranê pesenkiribû, û di vê biryarnameyê de, bi îşkencekirina xweser a girtiyan, û cezadan bi bê derbazkirina rêyên yasayî, û îdaletî yên yasayî, gefxwarina li çalakvanên mafê mirov, sînordarkirina azadiya beyanê ji aliyê yê rejîmê ve îşare pê  kiriye, ku rejîma Îranê yasayên standard yên navneteweyî berçav nagire.

Herwisa “Gutrish” berpirsê Giştî yê Saziya Navneteweyî, di vê rapora xwe de daxwaza azadkirina girtiyên biyanî yên xwedî du regezî kiriye, û herwisa navbirî got,  hejmarek ji hevwelatiyên xwedî du regezî, li Îranê hepsîne, lê rayedarên rejîma Îranê, kesên xwedî  du regez bi fermî nas nakin.

Berpirsê Giştî ê Saziya Navneteweyî, reftara rejîma Îranê ya digel hevwelatiyên welatên din û herwisa xelkê Îranê yên xwedî du regezî, neîdaletî û ne pîroz da zanîn.

Ev yekem car nine ku, raporên wiha derheq, hovîtî û cinayetên rejîma xwînxar a Îsalmî a Îranê belav dibin, rejîma Îslamî li tevahiya temenên desthilatdariya  qirêj a xwe, mafê mirov berçav negirtiye, û bi awayekî hov û dirindane komkûjî kiriye, û girtiyên siyasî îşkence û îdamkirine.