Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa belavbûna Koronayê di girtîgeha Sinê de metirsîdar e

11:50 - 16 Çirriya paşîn 2020

Korona di girtîgeha bajarê Sineyê de bi awayekî berfireh belav bûye û rejîm û berpirsên wî girtîgehê hewl didin ku dan bi rewşa xirap a girtîgehê nedin.

Li gorî zanyariyên gihîştine “Kurdistanmedia”yê, Korona bi awayekî metirsêdar di girtîgeha navendî a bajarê Sineyê de berfireh bûye û ew rewşe bi awayekî micid gef e li ser canê girtiyan.

Herwisa zanyarî bas li vê yekê dikin ku berpirsên girtîgehê ti hewlekî bo çareserkirina wê rewşê nadin belkî hebûna koronayê di girtîgehê de red dikin.

Berpirsên girtîgeha Sineyê çend peyamnêrên dengûrengê rejîmê li Sinê birine nav girtîgehê û lêdwan li çend girtiyan wergirtine ku gotine wan dibe hûn bêjin korona di girtîgehê de nîne.

Ew givaşane ku di heyama derbasbûyî de li ser giriyan tundtir bûye, zêdetir li ser girtiyên siyasî ye bo azar û eşkencedana wan.