Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa berketiyên lehiyê di parêzgeha Hurmozganê de xirab e

18:24 - 30 Gulan 2020

Berketiyên lehiya demsala zivitana sala derbasbûyî yên parêzgeha Hurmozganê, heya niha jî di xîvetan de bê ti îmkanatekê dijîn.

Piştî lehiya malwêranker ya meha Befranbara sala derbasbûyî ku xelkê gundên “Zac” û “Darbest” a girêdayê bajarê “Beşagird” a parêzgeha Hurmozganê bê hivî û bi neçarî gundên xwe berdan û di cihek dinê de cihgirtin, lê di cihê nû de jî pirsgirêkan pêsîra wan ber neda û tinebûna berq û tinebûna rêyan pirsgirêkên giran bo wan afirandin.

Gundên “Zac” û “Darbest”, bi tonebûna rêya serast, berq û av, tevî wan pirsgirkan di xîvetan de dijîn û piştî derbasbûna çend mehan hêj ti erdek bo avakirina xaniyan bi wan re nehatiye danê.

Ew berketiyên lehiyê, niha bona rêkxistina karên xwe neçar in ku rêya 270 kîkometran bidine berahîka xwe ku heya bigihîjne  bajarê “Beşagird”ê.

Dibistana wan 2 gundan heya asta destpêkî heye û bo domandina xwendina zarokên 12 salî dibe 270 kîkometran ji mala xwe dûr bikevîn.

Heya niha ti karek bo xelkê wan 2 gundan nehatiye kirinê û rejîma Îranê ti terhek bo çareserkirina pirsgirêkên wan di paşerojeke nêzîk de jî tinîne.