Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa bikaranîna Berqê di Kurdistanê de sor bû

12:55 - 23 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Di gel bikaranîna zêde ya Berqê li bajarên Rojhilata Kurdistanê, rewşa Berqê bi sor anku bi xirab hate ragihandin.

Di gel gerimbûna heva û hatina werzê Havînê, bikaranîna Berqê jî pitir bûye, lewra, di çend parêzgehên Îranê de rewşa avirte anku sor derheq bikaranîna berqê hate ragihandin.

Di vê derbarê de çendîn Bajar û deverên Rojhilata Kurdistanê jî ber dikevin û rewşa avirte ya berqê di Kurdistanê de jî hatiye ragihandin.

Herwisa bi sedema qotkirina Berqê di parêzgehên “Simnan, Gîlan, Boşêhr, û parêzgeha Sine li Kurdistanê”, xelk di rewşeke xirab de jiyanê dikin.

Li derheq rewşa xirab ya aboriya welat û dijvariya ser jiyana xelkê û kêmiya xizmetgizariyan, berpirsên rejîmê xemsarin û tu hewlekê bo dabînkirina kêmasiyên hevwelatiyan nadin.

Niha bi sedema bê mudîriyetiya berpirsên rêjîmê, û nemaze givaş û dorpêçên aborî bo ser Îranê bi sebebê şerxwaziya wan û aloziyên deverê, roj li pey roj rewşa welat ber bi vêraniyêve diçe ku, kêm bûn û qut bûna berqê yêk ji wan pirsgirêkane ye ku pêsîra xelkê girtiye.

Pêka pêşbîniya navendên hevanasiyê, di rojên bê de heva gerimtir bibe û lewra tête çavnihêrî kirin ku rewşa berqê xirabtir be û berpirsên rejîmê jî tu hewlekî bo çareseriya arîşeyên hevwelatiyan nadin.