Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa çend bajarên parêzgeha Mazenderanê bi hegera Koronayê sor hate ragihandin

11:50 - 9 Kanûna Paşîn 2021

Rewşa 5 bajarên parêzgeha Mazenderanê sor hate ragihandin û Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê daye zanîn ku, rewşa Korona li parêzgeha Mazenderanê, sor bûye.

 Di demekê de ku rewşa parek ji bajarên Îranê hela Sore û ew nîgeraniye heye ku pêleke nû ji Koronayê dîsan hemî welat bigre, û cîhan hemî kevtiye fikra dabînkirina Vaksena Koronayê, “Elî Xamineyî” fitwa da ku rejîm nabe vaksîna Birîtaniya û Amerîka bikire û bîne Îranê.

Roja Înê 8ê Kanûna Paşîn, Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê daye zanîn ku, rewşa Korona di parêzgeha Mazenderanê de sore û 5 bajarên “Sarî, Amol, Nika, Firêydûn Kinar û Qaim Şehir”ê di rewşa sor de ne. xelkê Îranê ku benda vaksîna Koronayê bûn, bi sedema “Fitwa” ya “Elî Xamineyî”, ji vaksîna korona ya welatên Birîtaniya û Amrîkayê bêpar bûn.

Rêberê rejîma Îranê, “Elî Xamineyî” ragihand: “Hekî Amerîka û Birîtaniya şiyana berhemanîna  vaksîna Koronayê hebana bo xelkê wan welatan hêj dimirin; Ew dixwazin vaksîna xwe li ser xelkê welatên din biceribînin”.

Elî Xamineyî bi wê biryara xwe, dikare cinayetekî mezin biafirîne û xelkê Îranê bibne qurbaniyê wê kîn û Oqde û paremayî ya Xamineyî û rejîma wî.