Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa çendîm bajarên Îraqê ber bi aloz bûnê ve diçe

17:00 - 11 Kanûna Paşîn 2021

Di çendîn bajarên başûrê Îraqê de xwenîşandan bi dijî hikûmeta Îraqê dest pêkiriye û li derheq egera aloziyê zêdetir, hişdarî hatiye dan.

Komîsiyona bilind a Mafên Mirovan li Îraqê hişdarî daye û ragihandiye rewşa bajarê “Nasiriye” ku dibe navenda parêzgeha “Zîqar” metirsîdare.

Daxwaz ji “Mistefa Kazimî” Serokwezîrê Îraqê hatiye kirin, rewşa ewlehiya wê parêzgahê kontrol bike û rê nede teqe ji xelkê nerazî bê kirin û bersiva daxwaziyên wan bê danê

Di xwenîşandanên duh û şeva derbasdûyî li “Nasiriyê” endamkê hêzên ewlehî hatiye kuştin û 111 kes jî hatine birîndar kirin.

Ew Çend rojin ku xwenîşandan li bajarê “Nasiriyê” destpêkiriye û xwenîşander li meydana “Hebûbe” ku navenda berê ya kombûnên neraziyan bûn nerazîbûna xwe nîşandan.

Ji aliyek din ve li devera “Şetre” li bakûre Zîqarê çendîn çekdar destrêjî kirine ser karbidestên Îraqê.

Xwenîşandan di Bajarên Babil, Necef, Nasiriye, Besre, Zîqar û gelek cihên dinê destpêkirine.