Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa çi cihekî Îranê Sipî nine

13:16 - 7 Gulan 2020

Parek ji berpirsên hinek ji Bajaran ragihandine ku rewşa cihê tirsê ya egera zêdetir belavbûna Korona yê , nihajî her di cihê xwe deye.

Di demekê de ku rejîm dixwaze wisa bide xûyakirin ku di xebata bona berahîk girtina ji Korona yê de serkevtiye û rewş kontirol kiriye, pareke ji deshilatdarên rejîmê bi berewajî radigehînin ku dibe xelk rênimayî yên xwe parastinê berçaw bigre û korona tewav nebûye.

Berpirsên Îdarî yên piraniya Bajarên Parêzgehên Tewrêz û di Rojhilatê Kurdistanê jî berpirsên parek ji bajarên Parêzgeha Urmiyê ragihandine ku wan dengoyên ku rewş sipiye û korona dawî pêhatiye, bavir nekin , û daxwaz ji xelkê kirine ku hemî rênimayî yekî xwe parastinê berçaw bigrin.

Fermandarê Tewrêzê û piraniya bajarên vê Parêzgehê bikar anîna Mask, Lepik, û xwe dûr girtina ji kesên dinê kirine destê zorê anku êcbarî.

Herwisa Fermandarên Bajarên Xoy, Selmas, li Parêzgeha Urmiyê jî gotine ku rewş di wan bajaran de her wisa Sore.

Ewa jî di demekê deye ku Hesen Ruhanî pîrozbahiya serkevtina bi ser Korona yê ragihandibû,

Rejîm bona berdewamiya siyaseta dujminkaraneye xwe di gel xelkê Îranê, her karekî nemirovane û çewtekariyekê dike.