Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa dijwar a Koronayê Wezîrê Tenduristiyê ber bi bajarê Urmiyê ve kêşand

15:47 - 20 Çirriya pêşîn 2020

Belavbûna berfireh û lezgîn ya vîrûsa Koronayê û herwisa rewşa zêdebûna qurbaniyên Koronayê di parêzgeha Urmiyê de, dengê ajîra rewşa sor di wê parêzgehê de bilind kiriye û Wezîrê Tendurstî û Derman di şevê de ber vbi wê parêzgehê ve kêşandiye.

Piştî derbasbûna 8 mehan ji belavbûna vîrûsa Korona di Îran û Kurdistanê de, asta tûşbûn û mirin di parêzgeha Urmiyê de bilintir dibe û her rojê rikurdeke nû li xwe digre.

Serokê Kar yê “Ragihandina Qerargaha Rawestan di Hember Korona” yê rejîma Îranê, “Elî Ehmed Aqapûr” ragihandiye: “Li roja Duşemî, 19ê Çirriya Pêşîn, di bajarê Urmiyê de, 161 kes tûşî Koronayê bûne û 29 kesan jî canê xwe ji dest dane”.

Herwisa navbirî ragihand: “Heta niha 1 hezar û 417 kes di bajarê Urmiyê de bi sedema Koronayê, canê xwe ji dest dane û her 50 xulekan 1 kes bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dide.

“Elî Ehmed Aqapûr”, tevî binavkirina rewşa Koronayê bi krîzê daye zanîn, ku birêvenebirina yasayên tenduristî, hegera zêdebûna tûşbûn bi vîrûsa Korona di bajarê Urmiyê de ye.

Rewşa herî dijwar a Korona di bajarê Urmiyê de, Wezîrê Tenduristî û Derman yê rejîma Îranê neçar kir ku bi şevê, bona lêkolîna rewşê bê bajarê Urmiyê.

Bajarên “Mihabad, Sayîn Qela, Xoy, Tîkab û Miyandav” zêdetirîn hejmara mirin bi sedema Koronayê pêka nifûsê di parêzgeha Urmiyê de hene.