Xelkê Efxanistanê bi sedema birsîtî, aloziya siyasî û şer rastî çendîn kirîzan hatine û welatên wekî rejîma Îranê li pey mifahvergirtin ji wê rewşê ne.
Çend rojan berî niha Saziya Netewên Yekgirti li derheq zêdetirbûna hejarî û birsîtî li Efxanistanê huşdarî dabû û ragihandibû ku %97 a xelkê Efxanistanê dê bikevne bin hêla hejariyê û hekî rewşa wî welatî neyê çaresekirin kirîza birsîtiyê di wî welatî de giştgîr bibe.
Herwisa Seroka Komîsiyona Serbixwe ya Mafê Mirovî yê Efxanistanê “Şehrzad Ekber” di raporekê de rewşa wilayeta “Pencşîr”ê bi hejîner û trajêdî binav kiriye û ji Talibanê daxwaz kiriye ku îznê bide lêkolînên serbixwe li derheq kuştina sivîlan ji aliyê hêzên Talibanê, bêne kirin.
Ji aliyê din ve rejîma Îranê tevî hewldan bo baştirkirina pêwendiyên xwe digel Talibanê li pey kanên Uraniyom a wî welatiye; Rojnameya “Kêyhan” a girêdayê rejîma Îranê belav kiriye ku Îran dikare di warê kangeh û hewcehiyên xwe bi taybet kangehên Uraniyomê mifah ji wî welatî verbigre û herwisa gotiye ku niveya qasa vergirtina zanîngehên Îranê vala ne û dikare bi xwenkarên Efxanistanê wê valatiyê jî tejî bike ku dahateke baş bo Îranê heye.
Ji aliyê din ve hin kesên wekî “Mihemed Xatemî” ku heyamekê Serkomarê Îranê bû, li derheq Talinabê de huşdarî daye û gotiye: “Xelkê Efxanistanê di bin gefa gelek mezin û berfireh a Îslama Talibanî de ye”.
Di wan aloziyan de xelkê Efxanistanê rastî birsîtî, nexweşî, kuştin, koçberî û çendîn pirsgirêk û trajêdiyan hatine.