Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa Efxanistanê gelek dijvare

13:19 - 20 Tebax 2021

Piştî girtina piraniya axa Efxanistanê ji aliyê Taliban ve, tirajîdiyaya mirovî livê diqewime û cîhanê jî li hember de çavê xwe danane ser hev.

Girûpa Taliban li wan bajar û dewerên ku karîne bêxne bin kontirola xwe, mal bi mal tevtêş dikin û xelkê ku girêdayê aliyên dinê ye siyasî yên Efxanistanê ne, yan bo Amerîkayî yan û hêzên bîhanî kar kirine, yan deshilatdarê hikûmetê bûne, destbiser dike.

Ji aliyekî dinê jî li çendîn bajaran de xelk li hember Taliban û kiryarên nemirovane ye wê de, dest kirine xwenîşandanê, li zaf cihan xwenîşandan digel tepeserî û teqeya raste raste taliban hember bû.

Hevdem sedan hezar kes ji xelkê Efxanistanê bona xelaskirina canê xwe ji dest Taliban, li cehda derkevtina welatê xwe ne.

Pakistanê sinûrên xwe digel Efxanistanê dayêxistin, Rûsiyê ragihand dê alîkariya wan penaberên Efxanî bike ku di cehda derkevtina ji welatin.

Amerîka, Firanse, Alman, Birîtaniya û çend welatên dinê, ragihandin ku amadene heçî kîjan ji wan, dehan hezar penaberên Efxanî wergirin ku bi hegera Taliban, canê wan kevtiye ber tirsê.

Ji aliyekî dinê jî piştî ragihandina tevgera berxwedana li hember Taliban ji aliyê Kurê Ehmed Şah Mesûd ve, dehan hezar kes ji lavên Efxan çune Geliyê Penc Şêran û tevlî berxwedanê bûn.